Li Qatarê helîkopter ket: 3 jê Tirk 6 kes mirin
Di qezaya helîkopterê de ya li derya Qatarê rû da 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jî winda bû.
Di qezaya helîkopterê de ya li derya Qatarê rû da 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jî winda bû.
Wezareta Parastinê ya Qatarê ragihand ku qeza di dema tevgereke rûtîn de ji ber pirsgirêka teknîkî rû daye. Li ser tîp û wezîfeya helîkopterê agahî nehate dayin.
Li gorî daxuyaniyê di helîkopterê de 3 Tirk (yek ji wan leşker) û 3 leşkerên Qatarî hebûn.
Hate ragihandin ku di qezaya helîkopterê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, pîlot hîn jî winda ye û karê lêgerînê dewam dike.